Kirmanckî Online

Switch to desktop Register Login

Hesenê Alikî

  • Nûskar  Çeko Kocadag

De hêêy!

Hesenê Alîkê
Suwarê Albajaxî şê
Suwar dibe berê xwe dide çîyayê Gawir Daxê

Hecî Bekir serokbazirgane salê
Tê Mehemed Begê dibe mîvanê şevê
Hey lo.... Xwedê dizane her tişt tayê xeznê derdixe ji koşê malê
Hesenê Alîkê suwarê Albajaxê şê
Tê, û dibe mîvanê Zerîdomamê

Zerîdomamê dibê:
Heseno Hesenê Alîkê
Suwarê hespê Albajaxî şê
Kilê çavê min Zerîdomamê
Li îro bavê min bûye mîvan, Hecî Bekir serokbazirganê salê
Xwedê dizane şeş tayê xeznê danîye koşa malê
Hesenê Alîkî suwarê Albajaxê şê

Şevê nîvê şevê radibe cem Zerîdomamê
Xwedê dizane derdikeve ber derê dîwanê 
Her şeş tayê xeznê derdixe li dîwanê
Xwedê dizane çar ta davê li terkê
Du ta dimîne li dewsê
Suwar dibe û berê xwe dide çîyayê Gawir Daxê

Heyyy!
De dilê min dibe û didilê
Lo Heseno Hesenê Alîkê
Hecî Bekir Beg serokbazirganê salê
Serê sibê rabû bala xwe da, dizan qeliştîye koşa malê
Jê derxistîye her şeş tayê
Çar ta birîye, du ta hîştîye li dewsê
Ew dizane wê çaxê
Dizan qeliştîye koşa malê
Destê Zerîdomamê bigre têke mafê
Mafa wê bide ser barê devê
Bikevin ser şop, dirb û rê

Lê min go: Qîza mele tere cem Zerîdomamê
Dibe Zerîdomamê, dilê min dibe û didilê
Bila nale here esl û astarê jinê
Îro çende min bihîstîye Hesenê Alîkê
Fîrar û qaçxûnê çîyayê Gawir Daxê
Hatîye kuştin, meyîtê wî anîye ber camîyê

Li min go, Zerîdomamê dibe lê lêê
Erê dêlê tu qîza melê
Tu çima dibê wê pirsê
Hesenê Alîkî suwarê Albajaxî şê
Fîrar û qaçxûnê çîyayê Gawir Daxê
Îşev li min bû mîvan heta nîvê şevê
Nîvê şevê rabû berê xwe da çîyayê Gawir Daxê

Qîza mele dibe, Zerîdomamê lê lêê
Nale here esl û estarê jinê
Xwedê dizane îro çend e kuştîye suwarê Albajaxî şê
Meyîtê wî danîye ber camîyê
Îro bavê min çuye kiriye nimê cenazê li wê derê

Gava dibe vê pirsê
Zerî Domamê destê xwe dike ber piştê
Jê derdixe seeta Hesenê Alîkî û tev kostekê
Tu derewan meke qîza melê

Wan ji destê Zerîdomamê
Derdixin seet û tev kostekê
Seeta Hesenê Alîk dibin cem Mehemed Begê
Dibe: Hesenê Alîkî suwarê Albajaxî şê
Îşev bûye mîvanê Zerîdomamê

Mehemed Beg radibe li wê derê
Berê xwe didin malê
Mêze dikin xeznê
Dizan şeş ta derxistîye ji cîyê
Çar ta biriye, du ta hîştîye li dewsê

Dilê min dibe û didilê
Hecî Bekir serokbazirganê salê
Destê Zerîdomamê girtîye kiriye mafê
Mafa wê daye ser barê devê
Ji xwe ra ketîye ser şop û dirb û rê

Lê min go Îbo kûpa namûsê
Bala xwe dide bazirganek wa tê li dirbê
Ra dibe û diçe pêşîyê
Dibe: Kuro ev bazirgana han ya kî yê
Dibên: Ev bazirgana yê Bekir Begê yê
Ma ew çî ye we daye ser barê devê?
Dibe: Ew mafa Têlî Eyşê yê
Dizan qelîştîye koşek malê
Jê derxistîye şeş taye xeznê
Çar ta biriye, du ta hîştîye li dewsê
Bekir Begê bi destê zorê
Destê wê girtîye kiriye mafê
Mafa wê avitiye ser barê devê
Ketîye ser şop û dirb û rê

Lê min go Îbo kûpê namûsê
Derdikeve pêşîya Bekir Begê
Wan dest û pîye Îbo girêdidin bin zikê devê
Çavê Îbo venabe ji toz û dûmanê

Biraye wî bala xwe dide ku bazirganek waye tê
Tere pêşîya wî bazingana hanê
Xwedê dizane Xelîlo Xelîlê Axê
Li suware .…( ) wê derê
Dûrbînê dide ber çavê
Mêze dike çîya û deştê
Diçe dibe lo Xelîlo Xelîlê Axê
Tu rabe suwarbe, bikeve pêşîya bazirganê hanê
Bazirgana han ya Mîrê Romê

Xelîlo Xelîlê Axê
Dibe xwengê dilê min dibe û didilê
Tu çima min ra dibêjî vê pirsê
Va bazirgana han yê Romê
Ez nikarim vî bazirganî bişelînim vê dirbê

Dibe lo Xelîlo Xelîlê Axê
Ezê rabim Qûrmedolî bikşînim ji tewlê
Didim ser piştê zînê Mêrdînê
Suwar bim berê xwe bidim pêşîya bazirganê hanê
Gava gulek were têkeve nava qasinga min hermetê
Ez te ra dibim bênamûsîya pê mirinê heta wê dinyê

Min go Xelîlo Xelîlê Axê
Kor û poşman radibe Xûrmedêlîye dikşîne ji tewlê
Suwar dibe tere pêşîya bazirganê hanê
Wan berê topan didin Xelîlê Axê
Xelîlê Axê giran bîrîndar dibe şunda dizivire tê
Xwenga wî dibe Xelîlo Xelîlê Axê
Ezê birîna biraye wxe kew bikim bi sîr û pîvazê
Sîr û pîvaz dide ser birîna Xelîlê Axê

Birayek … Albajaxî şê
Bala xwe dide bazirganek waye ketîye dirbê
Tere pêşîya bazirgana hanê
Dibe lo lo ev bazirgana han ya kî yê?
Dibe ev bazirgan ya Hecî Bekir Beg ê

Ma ew çî ye we daye ser barê devê?
Dibe ew mafa Zerîdomam ê
Dizan qelîştîye koşa malê
Jê derxistîye şeş taye xeznê
Çar ta biriye, du ta hîştîye li dewsê
Hecî Bekir serokbazirganê salê
Destê Zerîdomamê girtîye kiriye mafê
Ketîye ser şopê, rê û dirbê

Suwar dibe berê xwe dide çîyayê Gawir Daxê
Bala xwe dide Hesenê Alîkê
Suwarê Albajaxî şê
Ketîye xewa serê sibê
Linga wî bilind dike dibe ser çokê
Hêdîka dest dibe zendê
Hesenê Alîkî suwarê Albajaxî şê
Çavên xwe vedike xeman û xewnê
Dibe „bira te çima berê xwe daye çîyayê Gawir Daxê?“

Dibe Heseno Hesenê Alîkê
Dizan qelîştîye koşa malê
Jê derxistine şeş tayê xeznê
Çar ta birine, du ta hîştîne li dewsê
Hecî Bekir serokbazirganê salê
Destê Zerîdomamê girtîye kirîye mafê
Mafa wê avitîye ser barê devê
Ji xwe ra ketîye ser şop û rê

Îbo kûpê namûsê
Ew jî girêdaye li zikê devê
Min go heseno Hesenê Alîkê
Suwarê Albajaxî şê
Fîrar û qaçxûnê dewleta Romê
Radibe Melemediran dikişîne ji tewlê
Hevsara wî dipêçe heta zendê
Suwar dibe li hespê
Gava dikeve deştê
Destê xwe davê dûrbînê
Mêze dike dûmanek rabûye ji deştê
Dûmanê xwe daye serê çîyê, mijê girtîye deştê

Edilê tere cem Xelîlê Axê
Lo bênamûso tu rabe ji erdê
Min meze kir bi dûrbînê
Dûmanê wxe daye ser çîyê
Deştê girtîye mij û dûmanê
Va ku hebe Hesenê Alîk ê
Suwarê Albajaxî şê
Fîrar û qaçxûnê çîyayê Gawir Daxê
Malşewitîyo tu here pêşîyê
Gava silav da te, ku neda te
Tu bêje Heseno Hesenê Alîkê
Suwarê Albajaxî şê
Sêwîyê ber destê ap û amojê
Tu xwedî bûyî li ser tendûrên xelkê
Çima îro nadî min silava Xwedê
Li min go Xelîlo Xelîlê Axê
Pir birîndar e kor û poşman radibe ji erdê
Dikşîne der Xûrmedolî û dikeve deştê
Mêze dike Hesenê Alîkê
Suwarê Albajaxî şê, jorda tê
Çavên wî venabin ji xeman û xwînê
Silav nade Xelîlê Axê suwarê Xûrme dêlîyê

Xelîlê Axê gazî dike lo Heseno Hesenê Alîkê
Suwarê Albajaxî şê
Min wa dihesîya tu ketî…
Sêwîyê ber destê ap û amojê
Lawo tu xwedî bûyî li ser tendûrên xelkê
Tu çima nadî min îro silava Xwedê

Li min go Heseno Hesenê Alîkê
Li ber dîzgîna qelişî çaxî çê
Dibe herhal pir birîndar e Xelîlê Axê
Tebata wî tune  ber birînê

Li min go guh nade pirs û gal û gotinên Xelîlê Axê
Dajo pêşîya Hecî Bekir serokbazirganê salê
Wenda dike herb û cengê
Îmkana din nabîne li wê derê
Xelîlê Axê  Hesenê Alîkê şunda tîne wê derê
Bi hevra dibin destbirayê axretê

Uca de waya êyî pê hînî kena ke no şêro virnîya Hesenê Alîkî, û wa Hesen nê bikişo, mi xo rê bero. Hesenê Alikî fikirîno ke Xelîlî duştê îna de şer kerdo û bîyo birîndar. Na curete ser, jubînî de benê destebira. Hesenê Alîkî zaf xizmete û azeta Xelîlê Axê keno. Şande uca maneno. Şodir sipêder ra (şefaq) beno heşar. Xo bi xo „Lawo ez teyna nêşîkîna nê bazirganî bişelênî. Rindîye a wa ke ez şêrî o hetê pirdî û havila xo uca bimûsnî ci“ vano.
Xatir Xelîlî ra wazeno û kuwno re raye. Îta de waya Xelîlî lam dana wertê çimanê xo ro. Seba ke Hesenê Alîkî dest ra vejîya. Hesenê Alîkî beno aspar û şono pird. O hetê pirdî de sîlkê astorê xo kuno, sere erzeno hewn. Eke Hesenê Alîkî sere berzo hewn, hîrê şew û hîrê rojî heşar nêbeno. Eke sere erzeno hewn nê erzeno hewn, bazirgan dot ra vejîno.

De lê lêê dilê min dibê û didilê
Xwedê dizane Îbo kûpê namûsê
Girê dane bin zikê devê
Çavên wî venabin ji toz û dûmanê
Hecî Bekir serokbazirganê salê
Ji xwe re mêze dike bi darê dûrbînê
Mêze dike reşîyek vaye ketîye kêleka pirê
De dibê dilê min dibe û didilê
Reşîyek ketîye kêleka pirê
Xwedê dizane va reşan naye oxira malê

Zerîdomamê dibê:
Lo lo dilê min dibe û didilê
Hela tu min ra bişîne darê dûrbînê
Zerîdomamê dibe berçav dara dûrbînê
Dibe dilê min dibê û didilê
Hecî Bekir serokbazirganê salê
Va ku heye Hesenê Alîk ê
Suwarê Albajaxî şê
Fîrar û qaçxûnê dewleta Romê
Kilê çavê min Zerîdomamê

Gava ku Zerîdomam dibe vê pirsê
Hecî Bekir serokbazirganê salê
Tere bîstûpenc eskerê Romê pa ra tîne wê derê
Wan dojo li rê û dirbê

Lê min go Îbo kûpa namûsê
Dibê Zerî Domamê
Dilê min dibê û didilê
Hela tu bide darê dûrbînê
Ez bawer im ku Heso ketîye xewê
Xwedê dizane xewa mirinê
Ranabe ji wê derê

Wan dikevin nêzika pirê
Dibe qêre qêra Zerîdomamê
Deng naçe Hesenê Alîkê
Hîşyar nabe ji xewa şîrînê

Dibe lawo Îbo, dilê min dibê û didilê
Va bênamûsa ketîye xewa mirinê
Ezê qese û qîrar bidim zatê xwedê
Ez ê xeberê bidim Hecî Bekir Begê
Bila serê wî jêke bavêje wê derê
Bila min xwe re bibe bike bermalîya malê

Lê min go Îbo kûpa namûsê
Dibe Zerî Domamê
Ez ketime bextê te û Xwedê
Tu bike hewar û qêrê
Bila Heso hîşyarbe ji xewê

Eskerê Romê diqedîne du lengerê pirê
Wê derê dimîne heşt lengerê pirê
Dibe qêre qêra Zerîdomamê
Hesenê Alîkî hîşyar nabe ji xewê
Qereşîltax sîlke radike ji erdê
Dev davêje pîşta Hesenê Alîkê
Radike sê caran dixe li erdê
Heso çavên xwe vedike ji xewê
Jê dikşîne şûrê qetlê
Dikeve pêşîya eskerê Romê
Bîstûpencan dikûje davêje dora pirê
Min go Hesenê Alîkê
Suware Albajaxî şê
Bîstûpênc eskerê Romê
Qirim dike davêje dora avê
Çadiran dikûte kêleka pirê
Ew û eskerê Hecî Bekir Begê
Hevra dikevin şer û qewxê

Hesenê Alîkê
Suwarê Albajaxî şê
Fîrar û qaçxûnê çîyayê Gawir Daxê
Waxtê wî tê ser waxtê
Pêya dibe ber çadira Zerîdomamê
Dibe Zerî Domamê
Dilê min dibê û didilê
Çend roj e ku tu Hecî Bekir ra ketî rê
Gava ku tu jin î, ez nakûjim mêrê hanê
Min cara mêrek han nedîye li vê derê

Dibe lo Heseno Hesenê Alîkê
Suwarê hespê Albajaxî şê
Fîrar û qaçxûnê çîyayê Gawir Daxê
Kilê çavên min Zerîdomamê
Ger tu ji min nepirsî vê pirsê
Hecî Bekir serokê bazirganê salê
Darê zorê ez kirime mafê
Mafa min avitîye ser barê devê
Min kiriye destê xwe kêra firîngê
Danîye kêleka xwe şûşa jariyê
Hîna kes nehatîye cem min rebenê
Wele ez qîz im, qîza mala bavê

De min go Heseno Hesenê Alîkê
Fîrar û qaçxûnê eskerê Romê
Serê sibe radibe dikeve meydanê
Serê Hecî Bekir jê dike bi şûra qetlê

Zerî Domamê dibe Hesenê Alîkê
Ez ketime ber bextê te û Xwedê
Tu bazirgan vegerîne em herin malê
Min bihîstîye Erebek peyda bûye vê deştê
Wî Erebî anîye koka mêrên xelkê

Eke Zerîdomame nîya vana, na qesa aye ginena re Hesenê Alîkî. Cêreno re Zerîdomame û „O wo ke to na qesa mi ra vata, ma nêşonîme“ vano. Çadire de manenê. Şodir tîjî erzena nê erzena,  Ereb îna de vejîno.
Ereb „Lawo Hesenê Alikî, mi ti asmên ra waştê, Heqî ti herd de da mi“ vano. Hesenê Alikî ke na vatena dê çarneno re cî. Nê hurdimîna uca kunê meydan. Hîrê şew û hîrê rojî jubînî anê, benê. Jubînî bin nêkenê.
Ereb, Hesenê Alîkî ra „Rîyê nê heywanan mi û to nêdo ke ma kî bicême. Peya be, ma bi dest vazdîme jubînî!“ vano. Hesenê Alîkî ‚hay hay’vano.
Eke hurdimîna erzîne re jubînî, Ereb Hesenê Alîkî keno berz, binê xo de nano ro, û çok keno qevsing. Uca de hêsîrî çimanê Hesenê Alikî ra vaz danê.
Ereb „Lawo Hesenê Alîkî, to vatê ez mêrdeyêde nîya nîya hewl a. Mêrdeyî mi ser ra çîn ê. Çimanê to ra çito hêsîran vaz da. Ma na mêrdetîya to kotî ya?“ vano.

Hesenê Alîkî: „Ez nêkewta mêrdênî ver. Emser çend serî yo ke ez fîrar a. Miradêde mi mendo. O kî, ez şewê virana Zerîdomama xo de mirdî ranêkewta“ vano.

Na vatene ser Ereb „Hayde hayde ez to ewro verdan ra. Şo miradê xo şabe. Sodir bê, bi no qeyde rameredîye. Ez serê to dana piro“ vano. Hesenê Alîkî qewlê Erebî qebûl keno.

Hesenê Alîkî vazeno ra, şono çadire. Qewlê Erebî çimanê dê ver de êno, şono. Hewn bi çiman nêkuno. Zerîdomame nîya dana ke Hesenê Alîkî nêkuno ra. Cêrena re ci: „Çênêvêşaye, se bî to rê! Ma qet hevalêde to çîn o?“ vana.

Hesenê Alikî „Kesêde mi çîn o. Destebirayêde mi, Xelîlê Axê est o. O kî kotî ra reseno mi. Heyanî bêro, Ereb kî serê mi dano piro“ vano.
Zerîdomame „Meterse Hesenê Alîkî. Heyanî şodir Heq comerd o!“vana.

Zerîdomame dîyax nêkena. Her saate şona verê çadire, êna zere. Êndî beno şodir. Na erzena re Hesenê Alikî ser:

De lol lo Heseno Hesenê Alîkê
Suwarê Albajaxî şê
Fîrar û qaçxûnê çîyayê Gawir Daxê
Malşewîtîyo tu rabe ji xewê
Tu bide darê dûrbînê
Dumanek rabûye ji deştê
Dûman xwe daye ser çîyê
Mijê ketîye deştê
Suwarek vaye jor da tê
Tu bide min darê dûrbînê
Salixê vî suwarî hilinîm wê derê

Heseno Hesenê Alîkê
Fîrar û qaçxûnê Romê
Suwarê Albajaxî şê
Radibe digire darê dûrbînê
Dibe lê lê Zerîdomamê
Dilê min dibê û didilê
Ev kesê han Xelîlê Axê
Suwarê Xûrmedêlî yê
Hawara biraye xwe da tê

Xelîlê Axê pêya dibe ber cadirê
Meze dike rengê Heso yê mirin ê
Gava Zerîdomamê jê re dibe vê pirsê
Dibe xwîşkê tu min ra bîne taştîya sibê

Xelîlê Axê nîşeno ro û ara keno. Ara ra tepîya, teselîye dano îna. Hesenê Alîkî „Heyanî ez mêrîne kiştene, ti nêna kiştene“ vano.
Nîya dane ke Ereb cêr de vejîya. Xelîlê Axê şono vernîye û: „Ti çimanê mi ser ro ama Ereb. Hesenê Alîkî destebirayê mi no. O kişteyê to yo. Dore ê mi û to ya. Ma erzîme re jubînî, ya ti kiştê mi na, ya ez ê to ya.

Ereb „Ez Hesenê Alîkî kişena, hona dore ê to ya. Ez nêçîrê xo ranêvirdana“ vano.
Naye ser jubînî xêlê anê, benê. Ereb vatena Xelîlê Axê qebûl keno. Nê uca kunê şer. Waxt êno waxtî ser, kes kesî bin nêkeno. Astorê binê nîna qefelînê. Astoran ra benê peya. Eke dest erzenê re jubînî, Xelîlê Axê Erebî keno berz dano binê xo ro, şimşêr keno qirike û „Ereb, ez to kena serbest, ti kî Hesenê Alîkî serbest ke“ vano.

Ereb naye qebûl nêkeno û „Ez nêçîrê xo bê kiştene ranêverdana. Ez êyî kişena, aye ra dime ti mi bikişe“ vano. Naye ser ro Xelîl û Erebî şopêna erzînê re jubînî. Xelîl êyî şopêna keno berz û dano binê xo ro. Serbestkerdena Hesenê Alîkî oncî cira vano. Ereb oncî qebûl nêkeno. Eke şopêna kî keno berz dano binê xo ro, Zerîdomame cayê xo de qîrena û „Ma ti êndî çira vindeta, Xelîlê Axê. Eke Erebî vilê Hesenê Alîkî da piro, ti ê dê  bidê piro çinayî rê beno. Şimşêr berze re vile, serê dê cira biperne“ vana.

Na vatena Zerîdomame ser ro, Xelîlê Axê dano piro, serê Erebî cira keno. Aye ra dime, Hesenê Alîkî, Zerîdomame û bazirganî cêno, şono. Veyvê Hesenê Alîkî û Zerîdomame beno. Hal û hewalê înan newe beno rind, eşq û kêfê xo ramenê.

 

Heşarîye: Kopîkerdene û newe ra weşênayena nûsî qedexe ya

 

**

Arşîvê Çekoyî ra (Hemûge ra H. U. Eyî lawike bi kirdaskî (kurmancî), çîroke kî bi kirmanckî (zazakî) qese kerda. Nê (...) cayî seba ke band de ariste nêvajîyê, mi fam nêkerdî. Na çîroke, şopa verî bi îmza mi ya Endam Ronasî, edi kovara Çira (1996) de amê weşênayene. Çeko Kocadag)

Vûrnayena peyêne : Şeme, 16 Hezîrane 2012 19:20
Nê kategorî ra ê bînî: « Memê Alanî (varyant 1

Rawe binûsne

Ganî cayên (*) astareyinî biêrê degirewtene. Destûrê HTML-Kodî est o.

© Kirmanckî Online | 2009

Top Desktop version